Haydar Şahin
24 Adar 2021•Rojanekirin: 25 Adar 2021
Li Gola Çildirê ya zivistanê ji ber berf û sermayê rûyê wê bi tevahî dicemide di rojên dawîn ên adarê da jî bi xizanga hespê digerin.
Gola li sînorê Erdexan-Qersê ya gola herî mezin a duduyan ya Herêma Rojhilatê Anadoluyê her demsalê ji turîstan ra malxweyîtiyê dike.
Zivistanê li Gola Çildirê bi rêgeza "Eskîmoyan" masiyan digrin. Ji ber ku germahiya hewayê hê ji ya demsalê kêmtir e cemeda rûyê golê hê neheliya.
Qalindahiya cemedê kêm û zêde 40 santêm e, berfa li ser cemedê bariye jî qalindahiyê zêde dike. Hesp xizangan bi çargalavî kaş dikin û ziyaretvan bi xizangan têra dilê xwe digerin.
Kemal Yakup Azîzogluyê Şaredarê Çildirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hejmara ziyaretvanên tên Gola Çildirê her ku diçe zêde dibe.
Azîzoglu diyar kir ku ligel vîrusa koronayê ya tîpa nû û zivistana dereng hat gelek turîstên xwecî û biyanî hatin ziyareta golê û wiha pê da çû:
"Ji Edirneyê hetanî Erdexanê gelek welatiyên dixwazin Çildirê bibînin hene. Em hetanî hefteya ewil a nîsanê li benda van ziyaretvanên xwe ne. Nika ji bo li xizangên hespan siyar bibin qeşaya golê gelekî baş e. Ji bajarên rojavayê welêt gelek kes li me digerin. Em ji wan ra dibêjin ku hetanî hefteya ewil a nîsanê dikarin gola me bi vî halî bibînin. Lewra şertên hewayê wisa nîşan dide. Hedefa me ew e ku hetanî hefteya ewil a nîsanê mêvanên xwe li ser golê bigerînin."
Azîzoglu got îsal cara ewil Projeya Bajarê Ji Qeşayê çêkirin û bi vê gelek ziyaretvan hatin herêmê.
- "Qalidahiya cemedê li gor rewşa hewayê baş e"
Kurtuluş Kiliçê xwediyê xizanga hespê got sezon dewam dike ji ber vê kêfxweş in.
Kiliç got dikarin hetanî hefteya ewil a nîsanê bi xizangê li ser golê bigerin û wiha axivî: "Li me digerin dipirsin em jî dibêjin hetanî 10 roja wextê me heye. Lewra niha hewa wisa nîşan dide. Qalidahiya cemedê li gor rewşa hewayê baş e. Mêvanên me herî kêm 10 rojên din jî dikarin bi xizangê li ser golê bigerin."
Aşkin Huseyinogluyê ziyaretvan ê li xizangê siyar bû jî got Gola Çildirê hem havînê hem jî zivistanê gelekî xweş e.