Ömer Varlık
12 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2025
Li Vartoya navçeya Mûşê berf barî.
Li navçeyê barana ku ev du roj e, navber bi navber dibarî, şev veguherî berfê.
Ji ber berfê dar û otomobîlên parkkirî bi rengê spî venixumîn.
Welatiyên ku serê sibehê bi berfê va şiyar bûn, berfa ku li ber mal û kargehên wan kom bûbû vemaliştin, di heman demê da zarokan jî şerê gogên berfê kir.
Ekîbên şaredariyê li kolan û rêyên peyayan jî xebata paqijkirina berfê kirin.
Tê payîn ku li navçeyê barîna berfê tevahiya rojê bi awayekî demkî berdewam be.