Sayim Harmancı,Orhan Sağlam,Şener Toktaş,İbrahim Yaldız,Necmettin Karaca
14 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2026
Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê ji ber berf û bagerê rêya 1012 cî û waran hat girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, ji ber berf û bagerê li tevahiya bajêr rêyên 296 cî û waran hatin girtin.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Li navçeya Erdîşê jî piştî sir û seqemê cardin berf ket û heta sibê navenda navçeyê spîçîl bû.
Qeraxê golê bi dronê hat kişandin.
- Hekarî
Li bajêr du rojan bi navber berf ket û di çûyîn û hatinê da tengasî derket.
Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, li tevahiya Hekariyê berf û bagerê rêya 75 gundan û 148 mezreyan girt.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
- Bidlîs
Berf û bagerê rêyên 229 cî û waran girt.
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir ku ji ber berfê li navenda bajêr û li navçeyan rêya 229 gundan hat girtin.
Kurtkan got ku ji bo vekirina rêyan ekîb şev û roj dixebitin.
Welatiyan jî berfa ser wesayîtên xwe û berfa pêşiya kargehên xwe avêt.
- Mûş
Li Mûşê piştî ketina berfê navenda bajêr spî bû.
Bi ketina berfê ra di çûyîn û hatinê da tengasî derket. Wesayîtên welatiyan di binê berfê da man û welatiyan berfa ser wesayîtên xwe û berfa pêşiya kargeha xwe paqij kir.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur ragihand ku li tevahiya bajêr berfê rêya 264 gundan hat girtin.