Şener Toktaş,Orhan Sağlam
28 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2024
Li Wan û Bidlîsê ekîbên ku xebatên avêtina berfê dikin rêya 345 niştewaran vekirin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin s Wanê li tevahiya bajêr bi 270 wesayît û 618 personelan va xebatên paqijkirina berfê tê kirin.
Ekîban ji 420 rêyên ku ji berf û pûkê hatin girtin rêya 280 heban vekir û li 140 rêyên din xebatên xwe didomîne.
- Li Bidlîsê rêya 65 gundan hat vekirin
Li Bidlîsê jî bi kordînasyona walîtiyê ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr xebatên paqijkirina berfê û rêvekirinê didomînin.
Li tevahiya bajêr ji bo ku welatê tengasiyê nekşînin bi 71 makîneyên kar û 75 personelan va xebata paqijkirina berfê tê kirin.
Ekîban ji 165 rêyên gundan ên ku ji ber berfê hatin girtin 65 jê vekirin û hewl didin ku yên dij jî vekin.