Mizgefta ku demek beriya niha li Taxa Koprulerê ya girêdayî Edremîta navçeya Wanê, bi piştgiriya niştecihên taxê ji bo xizmetê amade ye.
Xebatên înşeatê yên mizgefta ku du sal berê bi piştgiriya niştecihên taxê dest bi çêkirina wê kiribûn, temam bûn û pişt re muxtarê taxê Yusuf Bîlgîn ji bo paqijiyê bangî welatiyan kir.
Mezin û biçûk, jin û mêr hemû niştecihên taxê li ser gaziya Bîlgîn hatin mizgeftê û bi melzemeyên ku ji malên xwe anîbûn dest bi paqijiyê kirin.
Gelek welatiyan her derê mizgefta duqatî ya ku bi qasî 400 metroqareyê fireh e paqij kirin û piştî xebateke bi qasî rojekê kişand mizgeft ji bo îbadetê amade bû.
Welatî ji ber ku li taxa wan mizgefteke nû hat çêkirin kêfxweş in û welatiyan diyar kir ku dê piştî paqijiyê xalîçeyan raxin û bi bernameya mewlûdê ya ku dê dawiya hefteyê li dar bixin, vebûna mizgeftê bikin.
Mixtar Bîlgîn daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku niştecihên taxê ji roja ku xîmên mizgeftê hatin danîn, piştgiriyeke mezin dan wan û diyar kir ku bila piştgiriya wan ji bo her kesî bibe mînak. Bîlgîn got ez spasiya her kesê ku piştgirî da dikim û Xwedê xêra hemûyan qebûl bike.