Yılmaz Kazandioğlu,Zafer Tayfur,Sayim Harmancı
18 Sibat 2026•Rojanekirin: 18 Sibat 2026
Li Wan û Hekariyê ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê rêya 176 cih û waran girtî ye.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber berf û bagerê li tevahiya bajêr rêya 97 cih û waran hat girtin.
Ekîbên berfê xebatên xwe yên vekirina rêyên girtî didomînin.
Li navçeya Başkaleyê, piştî barîna berfê ekîbên şaredariyê berfa li ser kuçe û kolanan paqij kir.
- Hekarî
Li Hekariyê ji ber berfa bi şev barî, di veguhestinê da tengasî derketin.
Li gorî agahiya ji Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat wergirtin, ji ber berfê rêya 79 cih û waran hat girtin.
Ekîbên berfê xebatên xwe yên vekirina rêyên girtî yên navborî didomînin.