Fırat Taşdemir
18 Sibat 2026•Rojanekirin: 19 Sibat 2026
Meha remezanê li Tirkiyeyê dê sibê dest pê bike û her wiha îro êvarê li tevahiya welêt li mizgeft û mescidan nimêja terawihê ya ewil dê bê kirin.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji lijneyê wergirt, sibê îmsaka ewil li Îdirê di saet 05.21ê da, ya dawîn jî li Çanakkaleyê di saet 06.32yan da ye.
Fitara ewil li Îdirê di saet 17.51ê da, ya dawîn jî li Çanakkaleyê di saet 19.01ê da ye.
Roja ewil rojiya herî dirêj bi 12 saet û 34 deqîqeyan li Hatayê, ya herî kin jî bi 12 saet 26 deqîqeyan va li Sînop û Kirklareliyê dê bê girtin.
Her wiha rojiya herî dirêj ya dinyayê jî dê li bajarê Punta Arenasê yê Şîliyê bê girtin.
Li tevahiya dinyayê rojiya herî dirêj bi 16 saet 45 deqîqeyî va dê li bajarê Punta Arenasê yê Şîliyê bê girtin.
Her wiha li Mêrdîn, Şanliurfa, Kahramanmaraş, Kilîs, Osmaniye, Hatay, Edene, Karaman, Mersîn û Antalyayê bi 13 saet û 38 deqîqeyî va rojiya herî kurt û li Sînopê jî bi 13 saet û 46 deqîqeyan va jî rojiya herî dirêj dê bê girtin.