Haydar Şahin
11 Nîsan 2020•Rojanekirin: 13 Nîsan 2020
Li Navenda Rehabilitasyon û Parastina Heywanên Beyanî ya Zanîgeha Yuzuncî Yilê ya li Wanê di salekê da 108 qijik, qertel û teyr hatin dermankirin û paşê berî çolê dan.
Prof. Dr. Lokman Aslanê Midûrê Navendê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku çûkên birîndar ên Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê anîn li navendê derman kirin.

Aslan destnîşan kir ku li navendê dermankirin û rehabilitasyona çûkên cisnê wan cuda ne dikin û wiha pê da çû:
"Em çûk û heywanên ji bajarên dorberê yên birîndar û nexweş li navendê derman dikin. Navenda me wezîfeyeke girîng dike. Li gor sala par îsal di dema koça çûkan û heywanan de zêde birîndarî çênebû. Van rojan erdên me yên avî ew ê bi çûkan tijî bibin. Dibê welatiyên me hesas tevbigerin. Hem ji bo parastina heywanan hem jî ji bo parastina tebîetê dibê baldar bin. Di salekê da me 108 qijik, qertel û teyr derman kirin û paşê berî çolê dan. Me 30 cûcikên avê û 20 heywanên bibistan jî derman kirin."