Abdullah Tel
11 Nîsan 2020•Rojanekirin: 15 Nîsan 2020
Li Hekariyê ji bo Cevahîr Mukaddes Akara 6 salî ya ku hevîrê lîstikê di gewriyê da asê mabû bi ser xwe da bê derfetên Wezareta Tenduristiyê û Hêzên Çekdar ên Tirk hatin seferberkirin.
Li Hekariyê di 12ê Sermaweza 2019an da li qreşeke taybet hevîrê lîstikê çû gewriya Akarê û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê û piştî mudaxeleyê jî sewqî Wanê hat kirin.
Cevahîr ji bo tedawiyê birin Navenda Tibê ya Dursun Odabaşiya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê û li wê derê biryar hat dayîn ku bila bibin cihekî beşa nexweşiyên giran a zarokan lê heye.
Li ser vê jî di 23ê Rêbendanê bi balafira ambulans a Hêzên Çekdar ên Tirk va Cevahîrê anîn Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê ya li Enqereyê û di beşa nexweşiyên giran a zarokan da hat bicihkirin.
Tedawiya wê ya li Enqereyê temam bû û doxtoran biryar dan ku tedawiya mayî jî bila li Hekariyê dewam bike û ji ber ku rêwîtiya bi wesayîtê bo wê talûke bû balafira ambûlans a Wezareta Tenduristiyê va ew sewqî Wanê kirin û ji wir jî bi ambulansê birin Hekariyê.
- "Hemû derfetên dewletê ji bo qîza min hatin seferberkirin"
Şukran Akara diya Cevahîrê got ku qîza wê çend meh berê ji ber hevîrê lîstikê yê di qewriyê da asê bû aciz bû û wiha domand: "Him li Wanê û him jî li Enqereyê wan em gelek baş ezimandin û rayedarên dewletê ji bo qîza min baş bibe çi ji destê wan hat kirin. Hemû derfetên dewletê ji bo qîza min seferber kirin."