Zafer Tayfur
07 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2025
Li Elbaka (Başkale) navçeya Wanê berf ket.
Li navçeyê serê sibehê baran barî û paşê vegerande berfê.
Ji ber berfê şofêran li deverên bilind tengasî kişand, ji bo ku di çûyîn û hatinê da tengasî çênebe, ekîban tevdîr hilda.
Li navçeyê esnafan berfa pêşiya kargeha xwe paqij kir, ekîbên şaredariyê jî li navenda navçeyê xebitîn.