Li Wanê ciwan noqî binê avê dibin û binê golê keşif dikin
Li Wanê akademiya sporê vebû û ciwanên ku di akademiyê da perwerdeya noqavê hildan û noqî binê avê dibin û bedewiyên nava ava Gola Wanê ji nêz va dibînin
Orhan Sağlam, Bahar Tanrıtanır
12 Tebax 2026•Rojanekirin: 12 Tebax 2026
photo: Orhan Sağlam / AA
Li Wanê ciwan noqî binê avê dibin û binê golê keşif dikin
VAN
Li Wanê akademiya sporê vebû û ciwanên ku di akademiyê da perwerdeya noqavê hildan û noqî binê avê dibin û bedewiyên nava ava Gola Wanê ji nêz va dibînin.
Ciwan ji mamosteyên ku bi destê Federasyona Sporên Binê Avê ya Tirkiyeyê hatine rayedarkirin, perwerdeyê hildidin.
Beşdar pêşiyê fêrî bikaranîna ekîpmanan dibin, paşê teknîkên ewledar ên noqavê fêrî wan dikin. Piştî ku prosedurên rewşa acil hîn dibin, li deverên cuda yên golê noqî binê avê dibin û di binê avê da mîkrobiyolîtan û cihên ku masîkefal lê dijîn û bermahiyên dîrokî dibînin û tedqîq dikin.
Wêne : Orhan Sağlam/AA
Mamosteyê noqavê Kadîr Erekîncî ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew bi salan e komên cuda yên ku emrê wan ji hev cuda ne, perwerde dike û wiha dewam kir:
"Bi vê perwerdeyê ra hem turîzma noqavê ya Gola Wanê pêş dikeve hem jî piştgiriya danasîna bajêr tê kirin. Beşdarên perwerdeyê dema ku noqî binê avê dibin, çopên binê golê berhev dikin û vê hişmendiyê qezenc dikin. Jimara beşdarên perwerdeyê salê heta 40î derdikeve."
Wêne : Orhan Sağlam/AA
Nazli Kumuka ku nêzî salekê ye noqî binê avê dibe jî wiha got, "Binê avê dinyayeke pir cuda ye. Ez dikarim noqbûna binê avê wekî ceribandineke cuda ya ku merivan kelecanî dike, pênase bikim."