İsmail İlhan
04 Hezîran 2026•Rojanekirin: 05 Hezîran 2026
Li Baxçesaraya navçeya Miksê ciwanê 22 salî yê ku ket çem jiyana xwe ji dest da.
E.Tyê ku li Taxa Cevîzlîbelenê bi malbata xwe ra derket geştê ket çem.
Li ser îxbara kesên hawirdor ekîbên cendirme, tenduristî, AFAD û îtfaiyeyê sewqî herêmê kirin.
Ekîban di xebatên lêgerînê da 300 mêtro ji wêdetirê cihê ku ketibûyê ciwanê ket avê dîtin.
Ciwan ji çem hat derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Baxçesarayê, digel midaxeleyê ciwan bi ser xwe va nehat û jiyana xwe ji dest da.