Zafer Tayfur
05 Nîsan 2021•Rojanekirin: 06 Nîsan 2021
Li Başkaleya navçeya Wanê di goma ku baniyê wê tep bû da 12 berx telef bûn.
Li mezreya Hasanabatê ya Taxa Orenkaleyê baniyê goma Aydin Aydin ji ber barana zêde tep bû.
12 berxên ku di bin banî da man û telef bûn, bi alîkariya ekîbên şaredariya navçeyê, Midûriyeta Çandinî û Daristanê û her wiha cendirmeyê hatin derxistin.
Aydin diyar kir ku baniyê goma wî ber êvarê tep bû û wiha got, "Berxên me di bin da man. Me xeber da cendirmeyê, Xwedê ji wan razî, wan alîkariya me kir. Şaredariyê kemçe şand. Dû ra jî beytar hatin. Zirara me çêbû. Em ji dewleta xwe alîkariyê dixwazin."