Necmettin Karaca
23 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2026
VAN (AA) - Li Ercîşa navçeya Wanê di şewata derket da 5 kargehan zirar dît.
Li kargeheke li Kolana Van Yoluyp ji ber sedemeke hê nayê zanîn şewat derket.
Li ser îxbara kesên hawirdor ekîbên Amîriya Agirkujiyê ya Ercîşê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, polês û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Şewat bi tesîra bayê di demek kurt da mezin bû û pekiya kargehên din ên li kolanê.
Ekîban demek dirêj midaxeleyê şewatê kirin û vemirandin, di şewatê da 3 kargeh bi temamî şewitîn û banê 2 kargehan jî zirar dît.