Orhan Sağlam
04 Nîsan 2025•Rojanekirin: 15 Nîsan 2025
ORHAN SAGLAM - Li Wanê heywandaran piştî zivistaneke dijwar bi biharê ra pezên xwe berdan çolê.

Li bajêr piştî ku berf heliya û tebîet şên bû, heywandaran piştî zivistaneke dijwar pezên xwe berdan çolê.
Heywandar pezên xwe yên ku zivistanê di hundir da xwedî dikirin berdan çolê û li çêrgehan diçêrînin.
Cotkar jî li bax û baxçe û li zeviyên xwe dest bi xebatên biharê kirin.

Mixtarê gundê Beşçatakê Abdullah Barîoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku zivistanê heywanên xwe di gom û tewleyan da xwedî dikin.
Abdullah Barîoglu destnîşan kir bi biharê ra pezên xwe berdane çolê û i çêrgehan diçêrînin û got ku li bax û baxçe û li zeviyên xwe jî dest bi xebatên biharê kirine.
Kazim Yîgîtê pêz xwedî dike got piştî ku berf heliya û tebîet şên bû, ji bo çêrandinê heywanên xwe berdane çolê.
