Mesut Varol
26 Nîsan 2024•Rojanekirin: 29 Nîsan 2024
Li Wanê ji ber ku berf heliya û baran barî zevî û hin malên li Deşta Çaldêranê di nava avê da man.
Li navçeya Çaldêranê bi germbûna hewayê ra berf heliya û ji ber baranê jî ava çem û çavkaniyên zêde bû.
Ji ku berf heliya û baran barî zevî û hin malên li Deşta Çaldêranê di nava avê da man.
Ji welatiyan Botan Ozçelik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir îsal gorî par av zêde ye.
Botan Ozçelik destnîşan kir biharê ji ber ku berf dihele û baran dibare deşt di nava avê da dimîne û wiha got, "Li dora deştê çiya hene. Berfa li çiyayan dihele û ava çem û çavkaniyan zêde dibe. Hin mal di nava avê da man."