Emre Ilıkan
22 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2024
VAN (AA) - Li Gevaşa navçeya Wanê midîbusa rêwiyan welgeriya û 4 jê zarok 27 kes tê da birîndar bûn.
Li ser rêya Wan û Bidlîsê texma Taxa Yuvayê midîbusa rêwiyan a ku plaqeya wê 30 AAE 285 e, welgeriya.
Li ser êxbarê ambulans, cendirme û îtfaiye sewqî cihê qezayê kirin.
Ji midîbusê 4 jê zarok 27 birîndar hatin derxistin û bi ambulansan rakirin Navenda Tibê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê û Nexweşxaneya Dewletê ya Gevaşê.
Hat gotin ku rewşa birîndaran baş e.