Ulaş Güven
23 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2024
HAKKARÎ (AA) - Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê li devera Daglicayê, xebata vekirina rêyan didome.
Ekîbên Îdareya Taybet a Navçeyê piştî barîna berfê hewl dan ku rêyên girtî vekin.
Ekîbên ku li herêma Daglicayê ku xebatên paqijkirina berfê didomînin, ji ber ku qalindahiya berfê li hin cihan digihêje 7 metreyan bi zehmetî bi pêş ve diçin.
Ekîban piraniya rêya ku diçe gund û mezrayan vekirin û li deverên din jî xebatên firehkirina rêyan didomînin.