Mesut Varol,Özkan Bilgin
13 Sibat 2022•Rojanekirin: 19 Sibat 2022
Li Edremîta navçeya Wanê werzişvanên xweşiqitandinê li Navenda Siwariyê ya Olîmpîk weris bi hespan va girêdan û li ser berfê werzişa snowboardê kirin.
Werzişvan Cevat Sarı, Emrullah Aktaş û Faruk Acar di dawiya hefteyê da hatin Navenda Siwariyê ya Olîmpîk kindir û werîs bi hespan va girêdan û li dû wan ser berfê xwe şiqitandin.
- Îsmail Say: "Çalakiyeke gelek xweş bû"
Şaredarê Edremîtê Îsmaîl Say ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand navê Wanê di salên dawîn da bi çalakiyên werzişan va tê bilêvkirin û wiha axivî: "Edremît û hewzaya Gola Wanê bi siruşta xwe va dewlemend e. Ji bo ku em balê bikşînin turîzma zivistanê me bi hespan va snowboard kir. Çalakiyeke gelek xweş bû. Her çiqas zivistan be jî ji bo gelê me ji Gola Wanê sûdê werbigire em turên keştiyê, gerên temaşekirina Qanala Şamranê ya li Gola Wanê û çalakiyên wek vê dimeşînin. Şewb hêdî hêdî tesîra xwe winda dike, em wisa difikirin ku îsal turîzma navxweyî û ya derva wê pêşva here. Ji bo em her demsal balê bikşînin herêmê û turîzmê em dixebitin."
13.02.2022 Li Wanê werzişvanan bi hespan va xwe li ser berfê şiqitandin
Li Edremîta navçeya Wanê werzişvanên xweşiqitandinê li Navenda Siwariyê ya Olîmpîk weris bi hespan va girêdan û li ser berfê werzişa snowboardê kirin.
- Cevat Sarı "Em dixwazin ev çalakî bibe kevneşopî"
Hezkiriyê Snowboardê Cevat Sari jî got her sal ew diçûn lûtkeya Çiyayê Artosê û xwe ber bi jêr va dişiqitandin û wisa snowboard dikirin, lê îsal wan bi hespan va xwe şiqitand.
Sarî wiha axivî: "Xweşiqitandina bi hespan va ceribandinek cuda bû. Em pir kêfxweş bûn. Ev ji bo vê werzişê bû gavek û em dixwazin ev bibe kevneşopiyek."
Emrullah Aktaş jî got cara ewil e ew bi hespan va xwe dişiqitîne û wiha dewam kir: "Çalakiyeke pir xweş û cuda bû. Em ji bo xweşiqitandina li ser pîstan elîmîbûn, lê li dû hespan ev pir bikelecan û xweş bû. Bi vê çalakiyê va beşeke din a werzişê pêşva diçe ku em ji ber vê jî kêfxweş in."
Werzişvan Faruk Acar jî got li vî bajarê qalindahiya berfê mêtroyekî zêdetir bûyeçalakiyên wiha dibin sedema kêfxweşiyê û wiha axivî: "Wan bû navenda werzişên cuda ku ev jî me kêfxweş dike."