Günay Nuh,Hilmi Tunahan Karakaya,Abdullah Söylemez
13 Sibat 2022•Rojanekirin: 13 Sibat 2022
Li Erzirom, Erdexan û Agiriyê di sir û seqemê da bi baniyan va şembelîlk daliqiyan, dar û beran qiravî girt.
Li Erziromê bi tesîra sir û sermayê peyarê û rêyan cemed girt.
Li bajêr bi baniyên hin avahî û kargehan va şembelîlk daliqiyan, camên wesayîtan û dar û beran qiravî girt.
- Erdexan
Li bajêr digel sir û sermayê li hin herêman mij jî heye.
Li herêma Çemê Kurayê li ser dar û beran qiravî çêbû, ji ber cemeda ku di rêyan da çêbû, hişyarî ji bo şofêran hat dayîn ku bitevdîr bin.
- Agirî
Li Agiriyê jî serma û mij çêbû û bi baniyan va şembelîlk daliqiyan.
Ekîbên şaredariyê berfa kolan û kuçeyan avêt.