Necmettin Karaca
03 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2025
Li Erdîşa navçeya Wanê xwendekaran bi çalakiyekê bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yê li Xezeyê û piştevanî da Fîloya Sumûdê ya Kurewî.
Di çalakiya ku li baxçeyê Dibistana Navîn a Tenzile Ana hat lidarxistin da, xwendekaran alên Filistînê yên ku li ser kaxezê xêz kiribûn vekirin û bi mamosteyên xwe ra sloganên dijî Îsraîlê xwendin.
Xwendekaran îlahî gotin, helbest xwendin û peyamên piştgiriyê dan gelê Xezeyê û Fîloya Sumûdê ya Kurewî ku ji bo şikandina dorpêça Îsraîlê diçe Xezeyê.
Xwendekarê pola 7an Alperen Hamza Bayazit di dema çalakiyê da nikarîbû hêsirên xwe bigire û got ku dilê wan ji bo birayên wan ên li Xezeyê diêşe.
Bayazit got, "Ji bo Xezeyê em pir xemgîn in. Di çalakiya ku me li dar xist da min nikaribû hêsirên xwe bigrim. Xwarinên curbicur tên ber me, lê mirovên li wê derê axê dixwin. Heta ku ji destê me bê emê dua bikin. Tiştekî din yê ku ez bêjim nabînim."