Ulaş Güven
26 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2023
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê kamyonet welgeriya û 3 kes tê da birîndar bûn.
Li gor agahiya bidestxistî, kamyoneta ku nasnameya şofêrê wê nehat tesbîtkirin û plaqeya wê 25 AAH 063 e, di rêya Yuksekova û Şemdînliyê da ji rê derket û welgeriya.
Li ser cabdayîna kesên derdorê ambulans û polês sewqî cihê qezayê kirin.
3 kesên ku di qezayê da birîndar bûn, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê.
Kamyonet bi barkêşê ji cihê ku lê welgeriyaye hat rakirin.