Cuma Sarı
26 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2023
Li Sîwerega navçeya Şanliurfayê kesek ji ber ku kûçikekî bi paşiya motorê va girê da hat binçavkirin û bi cezayê pereyan va hat cezakirin.
Piştî ku dîmenê kuçikekî bi motorê va hatiye girêdan li ser medyaya civakî hat parvekirin, ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr lêkolîn kirin.
Hat tesbîtkirin ku şofêrê motorê H.D. (57) li Taxa Kuytrucayê ya li ser rêya Sîwereg û Wêranşehirê ev vîdeo kişandiye.
Ekîb çûn navnîşana wî û dîtin ku rewşa kûçik baş e û agahî dan Midûriya Çandinî û Daristanê ya Navçeyê.
H.D. yê ku hat binçavkirin di îfadeya xwe da got kûçik kûçikê wî ye, wî xwe ji romorqê avêtiye û haya wî ji vê yekê çênebûye.
H.D. got wî tu carî nexwestiye ku ezîyetê li kûçikê xwe bike.
Cendirmeyan 2 hezar û 732 lire cezayê pereyan jê birîn û ew berdan.