Orhan Alca
19 Mijdar 2026•Rojanekirin: 19 Mijdar 2026
Li zozanên Hîzana navçeya Bidlîsê, mêşvan derxistina hingivê kewaran yê ku bi rêbazên kevneşopî hildiberînin, didomînin.
Hingivê kewaran yê ku di mehên biharê da li herêmên bilind ên navçeyê yên xwedî şînkahiyeke dewlemend di kewarên ku hatine danîn da tê hilberandin, bêyî ku tu madeyên lêzêdekirinê werin bikaranîn bi rêbazên siruştî tê bidestxistin.
Mêşvan di demsala payizê da dest bi derxistina hingivê ku di kewarên selikî yên taybet, ên ku ji qirşên dara biyê hatine honandin û derdora wan bi heriyê hatiye seyandin da tê hilberandin, dikin.
Serokê Yekîtiya Hilberînerên Hingiv a Hîzanê Seyîthan Ekîncî ji nûçegihanê AAyê ra got ku ji sedî 90ê derxistina hingivê kewarê temam bûye.
Ekîncî diyar kir ku îsal hem ji aliyê berhemdariyê va û hem jî ji aliyê kalîteyê va demsaleke baş derbas kirine û îfade kir ku li navçeyê li benda nêzî 1800 ton hingiv in.
Ekîncî da zanîn ku li Hîzanê nêzî 80 hezar kewar hene û wiha got: "Heta ku berf li derên bilind nebare em hingiv dernaxin. Heta ku kalîteya hingiv û rêjeya hêwî û ritûbeta ya di nava şimayê da negihêje asta pêwîst, em kewaran venakin."
Şukrullah Yaldiz ê ku mêşvaniyê dike jî anî ziman ku ew hatine dawiya xebatên derxistina hingiv.