Bülent Mavzer
12 Nîsan 2023•Rojanekirin: 12 Nîsan 2023
138 koçberên bêdestûr ên ku bi rêya dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûn û bi eslê xwe ji Efxanistanê ne, ji Îdirê şandin welatê wan.
Piştî xebatên ku di çarçoveya Plana Çalakiyê ya Neteweyî û Belgeya Stratejiya Koça Bêdestûr da tên kirin, koçberên bêdestûr bi seferên charterê ber bi welatê wan va tên şandin.
Di vê çarçoveyê da 138 koçberên bêdestûr ên Efxanistanê ku li Navenda Paşveşandinê ya Berwext a Îdirê bûn, di kordîneya Midûriya Îdareya Koçê ya Bajêr da ekîbên Fermandariya Cendirmeya Bajêr ew ji bo tenduristiyê dan kontrolkirin û paşê anîn Balafirgeha Şehîd Bulent Aydin a Îdirê.
Koçberên bêdestûr piştî kar û barên wan ên li balafirgehê şandin Kabula paytextê Efxansitanê.