Sabri Sarcan
10 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2026
Li Îdirê welatiyekî bazê sor ê birîndar ê ku ketibû hewşa mala wî, piştî ku lênêrîna wî kir radestî tîmên Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî (DKMP) kir.
Ali Îmran Saricanê ku li gundê Uçkayayê yê ser bi navçeya Tuzlucayê dijî, dît ku teyrekî birîndar ketiye hewşa mala wî. Sarican çûk kontrol kir, gava dît ku baskê wî birîndar bûye û bi derfetên xwe hewl da ku wî derman bike.
Sarican piştî ku bazê sor 3 rojan bi destên xwe xwedî kir û birîna wî derman kir, rewş ragihand Rêveberiya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî (DKMP).
Tîma DKMPyê ya ku hat gund, ji bo ku dermankirina wî bidomînin û paşê berdin siruştê teyrik teslîm girt.
Ali Îmran Sarican ji nûçegihanê AAyê re ragihand ku wî birîna teyr pansûman kiriye û wî bi goşt xwedî kiriye.
Sarican diyar kir ku paşê ji bo ku çûk radestî DKMPyê bike xwe gihandiye rayedaran û wiha got: "Dema ku ez li hewşê digeriyam min teyr bi birîndar dît. Divê welatiyên me ji ajelan ra dilovan û baldar bin. Dema min ew di wê rewşê da dît, dilê min pê şewitî û min ew hilda. Baskê wî birîndar bû, min ew xwedî kir û derman kir. Divê welatiyên me jî ji bo tiştên wiha bi merhemet bin."