Hüseyin Yıldız
19 Hezîran 2023•Rojanekirin: 20 Hezîran 2023
Li Îdirê dîmenên xinzîrên ku xwarinê digeriyan di kamerayên dafikê da hatin qeydkirin.
Komeleya KuzeyDogayê ji bo ku tevgerên heywanan bişopîne li navçeya Tuzlucayê çend kamera hin cihan bi cih kir.
Xinzîrên ku hatin cihê avî ji xwe ra xwarinê bigerin li ber kamerayê derbas bûn.
Hin xinzîr jî sekinîn û bi meraq li kamerayê nihêrîn.
Bi saya van kamerayan hejmar û jiyana xinzîran tê qeydkirin.