Cüneyt Çelik
19 Hezîran 2023•Rojanekirin: 20 Hezîran 2023
Li Qersê, Bazara Heywanan a Şaredariya Qersê ya ji ber tedîlatê demekî girtî bû, jinûva vebû. Bi minasebeta Eyda Qurbanê liv û tevgera li bazarê zêde bû.
Bazara heywanan a ku ji ber nexweşiya şapê qedera mehekê girtî ma, piştî ku 10 rojan vekirî ma îcar ji ber tedîlatê di 25ê Gulanê da hat girtin.
Piştî kutabûna xebatên tedîlat û nûkirinê, bazar jinûva vebû. Bi vebûna bazarê ra liv û tevger zêde bû.
Li bazarê heywandar û welatiyên dixwazin li gorî budceya xwe qurbanekî bikirin, dest didin hev û dikevin bazariyê.
Îdrîs Karadagê qurban sitand, ji bo rojnamegeran diyar kir ku li gorî salên çûyî, bihayên qurbanan zêde bûye û wiha got, "Ev heywanê me kirî 572 kîlo ye, me kîloya wî bi 137 lîreyî sitand û em ê bibin Stenbolê."