Mustafa Güngör
26 Mijdar 2023•Rojanekirin: 27 Mijdar 2023
Li Karşîyaka û Konaka navçeyên Îzmirê ji ber barana gur ava behrê ji ser ra avêt, gelek kargeh û mal di binê avê da man.
Barana ku şev dest pê kir, di nava rojê da jî dewam kir.
Piştî baranê ba û bahoz çêbû.
Li Taxa Mavîşehir û Taxa Aksoyê ava behrê ji ser ra avêt, baxçe, kuçe û kolanên nêzîkî behrê di binê avê da man.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ya Îzmirê ji bo ku qanalên girtî vekin xebitîn.
Welatiyan gelekî zehmetî kişand û hewl dan ku xwe ji avê biparêzin.
Li navçeya Konakê Qeraxa Kordonê tevahî di binê avê da ma.
Gelek kargeh, mal, meydanên Gundogdu û Cumhuriyetê yên navdar jî di binê avê da man.
Kolana Şehîdên Qibrîsê û Talatpaşayê jî di binê avê da man û li herêmê ceyran çû.
Muzîkjenên li kargeha ku lê dixebitîn jî ji ber ku nikaribûn derkevin derva di hundir da man, lê ekîban alîkariya wan kir û ew derketin derva.