Yusuf Okur
26 Mijdar 2023•Rojanekirin: 27 Mijdar 2023
ARTVÎN (AA) - Rêya di navbera Artvîn û Erdexanê da ji ber hezazê ji aliyekê va hat girtin.
Kîlomêtroya 23emîn a rêya Artvîn-Şavşat-Ardanuç-Erdexanê ji ber ku zinar ketin û xwelî şeqitî ser rê hat girtin.
Li ser vê, cendirme û ekîbên rêbejayê hatin herêmê.
Piştî xebateke saet û nîvekê rê ji yek alî ji hatin û çûyînê ra hat vekirin.
Ji bo ku aliyê din yê rê jî bê vekirin ekîb dixebitin.