Serdar Adıyaman
28 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2023
Lîstikvan Wilma Ellesê cî û wartên dîrokî û deverên siruştî yên li Xelata navçeya Bidlîsê ziyaret kir.
Ellesa ku tevî malbata xwe hat Bidlîsê li navçeya Xelatê ket Gola Wanê.
Ellesê goristana Abdurrahman Gazî û goristana dîrokî ya Meydanê ya Selçûqiyan ziyaret kir û bi heyranên xwe re wêne kişand.
Ellesê daxuyanî da rojnamevanan û got ku wê Gola Wanê gelek eciband û ji şêniyên herêmê jî gelek hez kir.
Di berdewamiya axaftina xwe da Ellesê got ku ew bi mêrê xwe ra hat Bidlîsê û wiha pê da çû: "Ez di sala 2022an da bi Mehmet Şah Çelîk ra zewicîm. Ez pir kêfxweş im. Ez ji malbata wî û Bidlîsê pir hez dikim. Ew mirovên pir baş in. Bidlîs cihekî pir dîrokî ye. Em niha li Goristana Selçûqiyan in ku cihekî pir girîng e. Rêzgirtina li vê derê pir cihê ye. Mirovên li vê derê li hev miqate dibin. Ji ber ku ez li vir im gelekî kêfxweş im. Niha li ser nasnameya min Bidlîs jî hatiye nivîsandin. Gola Wanê jî xweş e. Ava wê pir paqij e û mirov dema dikevê bêhna mirov derdikeve. Goleke wisa mezin e ku ez matmayî mam. Li gor min ev der divê bêtir bê zanîn. Cihekî gelekî balkêş e."