18 Mijdar 2015•Rojanekirin: 19 Mijdar 2015
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê rewşa asayî ya ku li dû hilbijartinê giştî ya 1ê mijdarê derket holê, li ser sektora tûrîzmê jî tesîra xwe çêbû.
Li herêmê ji ber êrîşên rêxistina terorê sektora tûrîzmê jî giran bibû. Lê piştî hilbijartinê, rewşa asayî bû sedem ku eleqeya tûrîstên ji hundir û derva ji nû va zêde be.
Midûrê Navenda Xişikê ya Nemrûdê û Karîgeriya Otêla Nemrûdê Farûk Sînoglu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de da bibîrxistin ku ji ber bûyerên terorê yên li herêmê sektora tûrîzmê jî aliqî.
Sînoglu bal kişand ku tevahiya herêmê di tesîra bûyeran da ma û wiha pê da çû: "Piştî 1ê mijdarê wekî hemû herêmê, li bajarê me jî rewşeke asayî derket ortê. Daxwaza rezervasyonê ya acenteyan ji nû va zêde bû. Înşelah dê baştir be. Em ji bo sezona zivistana pêşiya me umîdvar in."
- "Difikirin bi qefle werin"
Ji karîgerên ÎCF Acenteya Tûrîzmê Ferrûh Dogan jî got ku wan gelek hewl dan û bernameyê tûrê amade kirin da ku beriya 7ê hezîranê tûrîstan bînin herêmê, lê ji ber bûyeran hemû xebata wan badîlhewa çû û ji ber sedema ewlekariyê tûrîstan bernameyên xwe betal kirin û wiha pê da çû:
"Bi serkêşiya Odeya Bazirganû û Pîşesaziyê ya Tetwanê va xebateke me bi bazara Îranê ra çêbû. Ji bo anîna tûrîstên ji Îranê me bi şîrketên tûrê re peyman çêkirin. Îranî bêtir Wan, Antalya û Stenbolê tercih dikin. Me xwest ku em bazara Tetwanê jî bikin navê, lê ji ber bûyerên melûm hemû tûr betal bûn. Deriyên sînor hatin girtin. Bazirganiya bi Îranê ra hema hema rawestiya.
Piştî hilbijartinê rewşeke asayî derket holê û deriyên sînor vebûn. Hewldanên me yên anîna tûrîstan baş encam dan, vê carê. Difikirin bi qefle qefle werin. Divê pêvajo dîsa dest pê bike. Heger pêvajoya çareseriyê nebe, li bajarê me tu çalakî nikare were lidarxistin. Di vê da herî zêde acenteyên tûrîzmê dikevin bin bandor."