Ahmet Aydın
14 Nîsan 2020•Rojanekirin: 15 Nîsan 2020
Li Sêrtê mamosteyên jin û mêr Narîn û Burak Çakmak, ji bo xebatkarên tendirustiyê û ewlekariyê, li malê bi printera 3D "sîperkên rû parastinê" çêdikin.

Xêzana Çakmak navberdayina dibistanan bi bikaranîna di sûda xebatkarên tendirustiyê û ewlekariyê de tije tikin. Rojane 50 heb sîperkên rû parastinê çêdikin û radestî saziyên peywendîdar dikin.
Burak Çakmak (27) anî ziman ku berî 2 salan printera 3D bi mebesta hobiyê kiriye û pê berheman çêdike.

Çakmak destnîşan kir ku digel hevjîna xwe dest bi berhemanîna sîperkên rû parastinê kirine û weke piştevaniya xebatkarên tendirustiyê di rêya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de didin saziyên peywendîdar.