Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê minîbusa ku welatiyên iraqî dibir welgeriya û di qezayê de jê 10 iraqî, bi giştî 12 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan minîbusa ku şofêrê wê Ahmet Ozalp û plaqeya wê 73 SY 499 bû, ji deriyê sînor ê Haburê 10 welatiyên ji Iraqê hilda û rê ket. Li ser reya Cîzîr û Nisêbînê, li herêma Demîrtepeyê wesayît tilorî şerampolê bû.
Di qezayê de şofêr Ahmet Ozalp û Mehmet Bahşîş, welatiyên ji Iraqê Hewsor Kawa Gharîb, Hewa Kawa Gharîb, Îsmaîl Ramadhana Elî, Dohren Tehsîn Ehmed, Heshar Hama Elî Eziz, Kozhîr Raîfa Welî, Aker Ehmed Rahha, Sarwer Îsmail Ehmed û du kesên ku nasnameya wan ne diyar birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nusaybînê.