Nihat Kavşut
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
KOLN
Li Muzeya Çîkoleteyan ya li Kolna bajarê Almanyayê di sala 1993yan da hatiye vekirin serencama kakao û çîkoleteyê ya 5 hezar salî tê nîşandan û her sal qederê 700 hezar kes muzeyê ziyaret dikin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji rayedarên muzeyê hilda Muzeya Çîkoleteyan di sala 1993yan da bi destê çîkoleteçêkerê herî navdar yê Almanyayê li ber Çemê Renê hatiye avakirin û her sal gelek kes tên serdana muzeyê.
Muze dîroka kakao û çîkoleteyê ya 5 hezar salî û di nav 150 salên dawîn da guherîna di çîkoleteyê da nîşan dide. Li muzeyê di heman demê da çîkoleteya ku berê tenê kesên arîstokrat dixwarin jî tê çêkirin.
Di muzeyê da hacetên berê yên 500 salî ku di çêkirina toza kakaoyê da hatine emilandin, kelekeke 70 salî ya li Ganayê pê kakao kişandine, presa 200 salî ya pê rûnê kakaoyê derdixin, otomatên 100 salî yên şekir û çîkoleteyê û fîncan û tevaqên 250 salî yên zîv û porselen ku çîkoleteya germ kirinê hene.
Li muzeyê qala ferqa di navbera çîkoleteyên bişîr û tîr da tê kirin û çêkirina çîkoleteyê tê nîşandan û qalibên çîkoleteyê yên 150 salî tên pêşandan.
Di muzeya 3 qatî da li qata jorê ziyaretvan siparişa çîkoleteyan yên bi behîv, findiq û fistiqan tên çêkirin didin û di nav 2-3 deqîqeyan da di qaliban da tên hazirkirin û wek mayîn ji bona zarokan beşeke taybet heye çêkirina çîkoleteyan nîşan didin.
Di muzeyê da agahî tên dayîn kakao di sedsala 17an da bi destê îspanyolan hatiye Ewropayê û libên kakaoyê tên pêşandan.
Li gor agahiyan salane qederê 700 hezar kes muzeyê ziyaret dikin û çîkoleteyan tehm dikin.