Abdullah Tel
19 Îlon 2019•Rojanekirin: 22 Îlon 2019
Li Sêrtê mêşvanên xwedî belge piştî operasyonê serkeftî yên hemberî PKKya rêxistina terorê, kewarên xwe dibin zozanên tijî flora ku niha lê hizûr heye, danîne.
Saziya Marqe û Patentê ya Tirk 16 sal berê ji bo hingivê Perwariyê belgeya nîşana erdnîgariyê dabû û mêşvanên xwedî wê belgeyê 5 meh berê derketin Zozana Çemikarî ya li pala Çiyayê Herekolê ye û niha li wir dimînin.
Mêşvanên ev bi mehan e ji mala xwe dûr in bi nêzîkbûna derxistina hingiv şa ne û hêviya wan a ji hingivê ku bi tehm, aroma û qelîteya xwe xwedî taybetî ye, gelekî zêde ye.
Zozan û çiyayên ku ji PKKya rêxistina terorê hatine paqijkirin ji bo şivan, gavan û mêşvanan bûn deriyê debarê û mêşvanên niha li wir kewarên xwe danîne mîna roniya çavên xwe li mêşên xwe xwedî derdikevin.
Ji mêşvanan Cemal Tomrîs daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew bi hizûr niha li ser karê xwe ne û hêviya wan a ji hingivê îsal zêde ye.
Tomris destnîşan kir ku li zozan bi qasî 350 kewarên wî hene û wiha pê da çû: "Ev kar ji bav û kalên me ji me ra maye û nifşa 4an e ku em vî karî dikin. Li Zozanê Çemikarê ya ber pala Çiyayê Herekolê em mêşan xwedî dikin. Ji kewarên li zozanên van deran bi qasî 2 hezar ton hingiv dertê."
Hingivê Perwariyê ku ji heyama Osmaniyan va bi nav û deng e bo nexweşan wek derman tê binavkirin.
Ji mêşvanan Munevver Uslu jî got ku ew 5 meh in ji malbata xwe dûr e û wek hevalên xwe di holikên ava kirine da dimînin.
Uslu destnîşan kir ku di demeke nêz de ew ê dest bi derxistina hingiv bikin û wiha pê da çû: "Meha pêş me piştî ku me hingivê xwe ji kewaran derxist em ê berê xwe bidin malên xwe. Ji niha va hêdî hêdî em amadehiyên xwe dikin. Em ê hingiv derxin, par zêde tunebû lê îsal hingiv zêde ye. Bi îzna Xwedê piştî evqas ked û xebatê wê îsal dilê me xweş bibe."
Mêşvan Muaz Aygun jî ragihand ku wî par ji 310 kewarî bi qasî 2 ton hingiv derxist lê îsal hêvî dike ku bi qasî 3 ton û 500 hezar kîloyî derxe.