Abdullah Tel
19 Îlon 2019•Rojanekirin: 21 Îlon 2019
Li Mûta navçeya Mêrsînê ya ku li Tirkiyeyê yek ji navenda girîng a zeytûnan e, daweşandin û berhevkirina zeytûnan dest pê kir. Rekolteya zeytûnan a îsal tê payîn ku ji 200 hezar tonî kêmtir nebe.
Li navçeya darên zeytûnê gelek in û ji ber vê jî niha 9 tesîsên zeytûn pakêtkirinê û 13 jî fabrîkayên rûnê zeytê hene.
Ji ber berhevkirina zeytûnan li Taxa Yeşîlyurtê merasimek hat kirin û Qaymeqamê Mûtê Muammer Koken jî beşdar bû û hêvî kir ku cotkar îsal demsaleke xweş û geş li pey xwe bihêlin.
Koken destnîşan kir ku li Mûtê nêzî 13 milyon darên zeytûnê hene û wiha pê da çû: "Mût bi tena serê xwe ji sedî 11yê zeytûn û rûnê zeytê yê li Tirkiyeyê tê xwarin, temîn dike. Em ji bo ku vê yekê zêdetir bikin xebatên xwe yên nasandin û agahdarkirinê bi lez û bez didomînin."
Serokê Odeya Ziraetê ya Mûtê Hidir Kir jî destnîşan kir ku ew hêvî dikin îsal bi qasî 200 hezar ton zeytûn û 20 hezar ton jî rûnê zeytê berhev bikin.
Piştî axaftinan jî zeytûnên bi guliyên daran va bûn hatin jêkirin, daweşandin û berhevkirina zeytûnên li Mûtê dest pê kir.