Abdullah Tel
27 Tebax 2018•Rojanekirin: 30 Tebax 2018
KONYA
Li Deşta Konyayê ya ku wek embara dexl û dan a Tirkiyeyê tê hesibandin paleyên ji bajarên curbecur ên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatine nanê xwe qezenc dikin.
Bi taybetî jî gelek malbatên ku ji Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatine her sal ji meha nîsanê bigir heta meha kanûnê li herêmên ku kar û barên çandiniyê zêde ne dixebitin. Konên xwe jî li deverên lê dixebitin vedigirin.
Deşta Konyayê ji hêla kar û barên çandiniyê va wek navende û bi vê taybetiya xwe jî ji bo bi hezaran malbatên pale yên ku ji Şanliurfayê hatine dibe deriyê debarê.
Serokê Komeleya Paleyên Demsalî ya Şanliurfayê Suphî Curun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku paleyên demsalî di dema kar û barên çandiniyê da xwe digihijînin navbeynkaran û diçin bajarên Anadoluya Navîn.
- "Hefteya ewil a meha nîsanî koç dest pê dike"
Curun got ku li gor kar û barên çandiniyê jimara paleyan digûhere û wiha pê da çû: "Ji Şanliurfa û navçeyên wê di hefteya ewil a meha nîsanê da koç dest pê dike. Malbatên ku zarokên wan dixwînin mecbûrî wan jî bi xwe ra dibin. Ji ber vê jî zarok ji dibistanê mehrûm dimînin û perwerdehiya wan nîvcû dimîne."
Curun destnîşan kir ku herî zêde koçber diçin deşta Konyayê lewra li wê derê hewcedarî zehf bi paleyan heye û wiha domand : "Li Eyyubiyeya navçeya Rihayê bi qasî 400 hezar kes hene û ji wan jî 250 hezar kes ji bo paleyiyê bikin derdikevin rê. Îro li 31 navçe û gundên wan jî di nav da paleyên ji Şanliurfayê hatine konê xwe vegirtine. Li Tirkiyeyê paleyên demsalî herî zêde ji Şanliurfayê derdikevin û herî zêde jî tên Konyayê."