Türkan Tosun
27 Tebax 2018•Rojanekirin: 05 Îlon 2018
MÛŞ
Li Mûşê çandiniya îsotên sor ên ku wek kapya tên binavkirin dest pê kir.
Midûriya Çandinî û Daristanê li Mûşê ji bo piştgiriyê bide cotkoaran şitlên îsotan belav kiribû. Îsotên gihîştin ji hêla cotkaran ve hatin berhevkirin.

Şenol Çetînê cotkariyê dike hezar şitlên îsotan ji Midûriya Çandinî û Daristanê hilda û li Xermana gundê Mûşê li ser qadeke 12 donimî şitl danîn.
Îsotên hatine danîn gihaştin û Çetîn niha çandiniya wan dike.

Çetîn got îsotên li Deşta Mûşê ji ber av, ax û hewayê pir bi tehm in û ewê 6 ton îsotên ku berhev kiriye wê bifroşe.
Çetîn anî ziman kîloya îsotan bi giştî 1,5 lireyan tê firotin û berhevkirina wan jî heta dawiya mijdarê dewam dike.
Mehmet Aydinê Midûrê Çandinî û Daristanê jî daxuyand li Mûşê 540 hezar şitlên îsotan ji bo ceribandinê ji hezar û 200 cotkaran re hatin belavkirin.
Aydin got li Mûşê xebatên wan ên ji bo cotkaran dewam dike û wiha axivî: "Par li ser qadeke 100 donimî şitl hatin danîn. Cotkar ji îsotê pereyekî baş qezenc dikin. Kîloya wê di bazara navxweyî de ji 4 lireyan tê firotin. Rûyê cotkaran keniya."