İbrahim Atmaca
08 Mijdar 2018•Rojanekirin: 10 Mijdar 2018
VAN
Saziya Patent û Marqeyan a Tirk (TURKPATENT) belgeya tescîlê ya coxrafî da qavût ji cureyeke girîng a taştêya Wanê.
Poxîn ji 20 cureyên cuda yên taştêya Wanê cureyeke jêneger e û aîdê vî bajarî ye. Ji bo parastina wê Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê xebat da destpêkirin.
Di çarçoveya xebatan da ji bo poxîna ku jê ra qawit jî tê gotin serlêdan hat kirin û TURKPATENTê belgeya tescîlê ya coxrafî da poxînê.
Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê Necdet Takva daxuyanî da û diyar kir, ji bo marqebûna bajêr ew xebatên girîng dikin.
Takva diyar kir, ji van xebatan ya herî girîng pêvajoya tescîlkirina marqeya garantî ya taştêya Wanê ye û wiha dewam kir:
"Ji 2015an vir va taştêya Wanê êdî bi 16 berên xwe yên standart û tescîla marqeya garantî va aîdê gelê Wanê ye û nirxekî çandî yê bajêr e. Me ev bi ked û piştgiriya Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê va kir. Piştî ku di hezîrana 2014an da sifreya taştê ya herî qerebalix ket nav rekorên Guinnessê , me ev xebatên xwe xurt kirin û fealiyetên me bê navber dewam dikin. Di meha heftan a 2017an da me ji bo beran serlêdan kiribû."
Takva destnîşan kir ku li Wanê di nav 2 salên dawîn da 6 ber hatin tescîlkirin.
Takva bal kişand ku poxîn ji dewra Urartuyan heta niha tê çêkirin û wiha dewam kir:
"Poxîn piştî hêrana qelînekên genimşîr ji arê wê tê bidestxistin û helewa wê jî tînin di nav rûnê nivîşk da diqelînin û çêdikin. Bi taybetî di mehên zivistanê da ji bo têrxwarinê didan eskerên Urartuyan. Odeya me ya Bazirganî û Sanayiyê rapora çêkirina poxînê amade kir û serî li patenta Tirk da û poxîna Wanê hat tescîlkirin."