Haydar Şahin
24 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2019
Welatiyên ji 50 salî mezintir ên li Qehwexaneya Kişikê ya li Sêrtê tên ba hev di seranserê rojê da kişik dilîzin û dema xwe derbas dikin.
Qehwexaneya Kişikê ya 30 sal e li ser Kolana Cumhuriyetê xizmetê dide ji bo kesên bi kişikê ra eleqedar dibin wekî navenda hevdîtinê ye.
Hezkiriyên kişikê yên teqawidbûyî an jî ji pîşeyên cuda ên ji 50 salî mezintir ji bo kişika wekî "mîrata çandî" dibînin bilîzin tên qehwexaneyê.

Welatiyê hem çayê vedixwin hem jî kişikê dilîzin ji bo vê mîratê dewrî nifşên nû bikin ji bo ciwanan dibin mînak.
Hin kes ji hevalên xwe dibînin hin kes jî li kesên dilîzin mêze dikin û kişikê hîn dibin û hemleyan bi baldarî teqîb dikin.
- Li Qehwexaneyê hîn bû û pirtûka wê nivîsî
Îhsan Kiliçê li qehwexaneyê hînî kişikê bû û bû antrenorê taxima neteweyî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li bajêr ji berê va çanda kişikê heye û kal bavan jî kişik dilîstin.
Kiliç got ji vir 22 sal berê hat qehwexaneyê lîstika kalekî dît, gelekî di bin tesîrê da ma û li ser vê eleqe nîşanî kişikê da û wiha pê da çû: "Paşê hîn bûm ku turmuvaya kişikê jî heye li ser vê ez hînî qismê teorîk yê kişikê jî bûm. Di nav 22 salan da min gelek şampiyotî qezenc kirin. Ez kariyera xwe kişikê wekî antrenor û hakem didomînim."
Kiliç diyar kir ku di heman demê da seroktiya Komeleya Kuluba Kişik Ciwanî Sporê ya Sêrtê jî dike û her diçe di dilê wî da ciyê kişikê mezin dibe.
Kiliç destnîşan kir ku di kişikê da xwe pêş xist û pirtûkên bi navê "Hemleya Jiyana Min" û "Hûn Dixwazin Kişikê Hîn Bibin?" nivîsand, ji bo kişikê dibê kelecanî û dem hebe.
- "55 sal e dilîzim"
Raşît Kezerê 78 salî yê ji mişteriyên qehwexaneyê diyar kir ku bi salan li Sêrtê miteahîdî kir û li Cizîrê di ciwaniya xwe hînî kişikê bû.
Kezer got li qehwexaneyê xêncî merivekî ji her kesî dibe û wiha axivî: "55 sal e dema firsendê bibînim dilîzim. Ez di 50 saliya xwe da tevlî pêşbaziyan bûm û min 7 kupa qezenc kirin. Em bi hevalan ra tên vê derê û kişik dilîzin. Em hin caran piştî nimêja sibê tên vê derê dema xwe derbas dikin."
Kezer got ji ber ku ji kişikê hez dike ji hemû zarokên taxê ra taximên kişikê kirî, dixwaze ku kişik li bajêr belav bibe.
- Ji bo kişik bilîze ji Perwariyê tê
Salih Uluyê 85 salî yê ji bo kişik bilîze ji Perwariyê tê qehwexaneyê diyar kir ku ji ciwaniya xwe vir da navber neda kişikê.
Ulu wiha axivî: "Şîreta min li ciwanan ew e ku bira kişik bilîzin. Lewra kişik ji kafeyên înternetê çêtir e. Kişik gelekî kêrî min hat."
- Kişik zêhnê vedike
Cindî Toprakê 70 salî jî got ku kalikê wî hetanî 100 saliya xwe kişik lîst, biryardar e we jî her tim bilîze.
Toprak got lîstika kalan temaşe kir û hînî kişikê bû û wiha pê da çû: "
"Tewsiyeya min ji ciwanan ra ew e ku hetanî di înternetê da dema xwe derbas dikin bira eleqeyê nîşanî kişikê bidin. Lewra ev ji lîstikê wêdatir e û zêhna merivan vedike. Hin kes ji gundan tên vê derê. Hin kes bi tenê ji bo kişik bilîzin tên Sêrtê û paşê vedigerin.
- Qehwexane ter tim tijî dibe
Zîver Narînê xwediyê qehwexaneyê destnîşan kir ku hewşa qehwexaneyê di rojên herî germ da jî bi hezkiriyên kişikê tijî dibe.
Narîn bal kişand ku welatî eleqeyê nîşanî kişikê didin û wiha got: "Hin kes ji Eruh, Tilo û Perwariyê tên qehwexaneyê. Piraniya kesên tên vê derê jêhatî ne û aqilê wan baş dixebite."
Narîn got ji bo gel eleqeyê nîşanî kişikê bide hin caran pêşbaziyan li dar dixe.