Abdullah Tel
06 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2017
DIYARBAKIR
Ji ser banga HDPyê ya ku bi hinceta bûyerên Kobanê, li 35 bajaran di 6-7ê cotmehê da kiribû ra 3 sal derbas bû. Di wextê xwepêşandanên bêdestûr da çalakvanan Yasîn Boru, Hasan Gokguz, Huseyîn Dakak û Riyad Guneşê ku goştê qurbanê belav dikirin bi hovane kuştin.
Malbatên ku zarokên wan goşt belav dikirin û di bûyeran da hatin kuştin digel sê salên borî êşa xwe ji bîr nekirine û wek rojên ewil reşgirêdana xwe dikin.
Malbatên mexdûr û dilperitî yên ku dijî terorê ne û her tim bertekên xwe nîşan didin ji ber hesretê diçin ser gorên zarokên xwe.

Bavê Yasîn Boru Fikret Boru daxuyanî da nûçegihanê AAyê û lenet li bûyerên ku 3 sal berê qewimîbûn anî. Boru destnîşan kir pir li zorê diçe ku kurê wî bi hovane hat qetilkirin û wiha pê da çû: "Sebiyê min di wextê goştê qurbanê belav dikir û tu zirar jî nedabû mal û canê kesî da hat şehîdkirin. Di ser ra sê sal derbas bû lê me qet ji xwe bîr nekir. Ew her tim di bîra me da ye. Wek Yasîn Boru dema zarok goştê qurbanê li feqîran belav dikin kêfa me tê. Ez niha dinihêrim pirî ciwanan li cihê kêf û zewqê ne lê sebiyê min ji dil û can goştê qurbanê li feqîran belav dikir. Em dixwazin ciwanên wiha bigihêjin. Lawê min tu carê dilê min nehiştiye. Heta em sax bin wî ji bîr nakin û heke ew niha hebûya wê biçûya zanîngehê."
- "Em vê hovîtiyê tu carê ji xwe bîr nakin"
Oztekîn Dakakê ku bavê Huseyîn Dakak e jî diyar kir ew di her 6-7ê cotmehê da Yasîn Boru û hevalên wî yên hatin qetilkirin, tê bîra wan.
Dakak bi bîr xist ku ciwanên hatin qetilkirin alîkariya kesên feqîr dikirin û wiha domand : "Ew di nav karekî pir bi xêr û kêr da bûn. Ji ser re ne 3 sal 3 hezar sal jî derbas bibe em vê hovîtiyê û wan ciwanan ji bîr nakin."

- "Kezeba me peritî"
Mehmet Gokguzê bavê Hasan Gokguz jî destnîşan kir ku digel evqas wextê derbasbûyî qirkirin weke ji nû va li pêş çavên wan diqewime tê bîra wan û axaftina xwe wiha domand: "Êrîşên 6-7ê cotmehê û xwediyê heman armanca hewla derbeya 15ê Tîrmehê bû. Bûyerên wê demê bi şev û roj tu car ji heşê me dernakevin. Roja ku xebera kuştina kurê min ji min ra hat tu kesî nikaribû ez bigirtima. Min ji Rebbê xwe ra hemd kir ku kurê min li aliyê kesên xerab in nemirî. Tiştek çiqas biqiymet be jî tu wî didî lê me kezeba xwe daye Xwedê."
Gokguz ragihand ku ji ber bûyerê û rewşa kurê xwe car caran ew xanima xwe li ser meseleyê diaxivin, di hêvî û diaya xwe da xwest ku Xwedê rojên wisa nebe serê tu misilmanî.
- Bûyer
Li ser bangewaziya "derkevin kuçeyan" a Selahattîn Demirtaşê Hevserokê Giştî yê HDPê û Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDPê ya bi hinceta Kobanê va di 6-7ê Cotmehê da li 35 bajaran bûyer qewimîn û di bûyeran da 2 polês şehît ketin, Yasîn Boru û sê hevalên wî jî di nav da 31 kes mirin û 221 welatî û 139 polês jî birîndar bûbûn.
Ji ber bûyeran bi qasî 300 milyon lire zirar gihîşt dewletê.