Lijneya Rêvebiriya Navend a HDPyê ji ber 27emîn salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Saddam Huseyîn û rêvebiriya Baasê li Helebceya bajarê Iraqê di 16ê adara sala 1988an de, çekên kîmyevî û bîyolojîk bi kar anîn û 5 hezaran zêdetir kurd kuştin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Lê vê komkujiyê têkoşîna azadiyê û wekheviyê ya kurdan têk nebir. Gele kurd di erdnîgariya Iraqê de gelek maf bi dest xist û bandora vê gihîşte welatên din jî. Ji bo ku encamên têkoşîna xwe bi xwe rêvebirinê, wekheviyê, siyaseteke demokratîk û komara demokratîk bê bidestxistin û heyameke nû dest pê bike îro gav tên avêtin. Dîrok nîşan dide ku bi tevgerên zext û tundiyê ve têkoşînên demokrasiyê, azadiyê û wekheviyê ji bo demekî dikare bê binpêkirin, lê pêşî nayê girtin. Çekên kîmyevî, biyolojîk an konvansiyonel, kîjan çek, an jî rê tên bikaranîn bila bên bikaranîn, bi komkujî û tundiyê ve têkoşîna edaletê nikare bê sekinandin. Em carek din kesên ku komkujia Helebceyê ya 16ê adarê kirine şermezar dikin. Civaka ku nikare bi kirinên xwe ve rû bi rû bimîne, nikare demokrasiyê jî ava bike. Em carek din dibêjin ji bo ku rûpelên dîrokê yên tarî bên ronîkirin, li her derê û her heyamê em ê têkoşîna xwe bidomînin."