Hemin Hüseyin
20 Adar 2017•Rojanekirin: 22 Adar 2017
MÛSIL
Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê li aliyê rastê dewam dike û aliyê din ve jî xelkê sivîl ên ku di navbera şer û pevçûnan de dimînin malên xwe diterikînin.
Xelkê ku malên xwe terk dikin û ber bi cihên ewle ve direvin li Kampa Hemam Helîl tên hewandin, piştre jî bo kampên Herêma Kurdistana Iraqê tên şandin.
Li gor agahiyan 50 hezar kes li Kampa Hemam Elîl bi awayekî demkî hatine bicîkirin heta ku îmkanên baştir bêne peydakirin.
Şêwirmendê Lijneya Penaberan ê Norwecê Yadrakt Mikloskî di daxuyaniya ji bo peyamnêrê AAyê de diyar kir ku ewan di destpêka şerê Mûsilê de arîkarî gihandiye penaberan û berdewam in.
Mikloskî destnîşan kir ku ew hewl didin heftiya pêşiya me kampên nû vekin û cihê hewînê zêdetir bikin.
Yek ji koçberên Mûsilê bi navê Osman Letîf anî ziman ku ew 20 roj in ji mala xwe derketiye û halê wan gelekî xerab e.
Xelkê koçber daxwaz dikin ku pezê li pey xwe hiştine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bê parastin û teslîmî wan bê kirin.
Ewan ragihand ku rojane 6-7 heywanên wan ji ber nebûna alif telef dibin.
Hemam Elîl 30 kîlometre dûrî başûrê rojhilatê Mûsilê ye, loma jî kamp li wir hatine danîn. Ji wir jî dê koçberan bişînin kampên Xazir û Hesen Şam ên Herêma Kurdistana Iraqê.