Piştî pêşketina têkiliyên siyasî û aboriyê yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) de têkiliyên beşên medyayê jî pêş ketin. Televîzyonên ku li HKIFyê weşanê dikin, ji bo ku rojeva Tirkiyeyê baştir bişopînin li Diyarbekir, Enqere û Stenbolê nûneriyan vedikin.
Televîzyonên ku li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) weşanê dikin; Kurdistan (KTV), Rûdaw, KNN, Speda, Kurdsat, Gelî Kurdistan (GK) û Waar li Diyarbekir, Enqere û Stenbolê nûnertî vekirin. Xêncî van 3-4 televîzyon û rojname jî di demeke nêz de dê nûnerîyan vekin. Di kargehên li Diyarbekirê de nêzîkî 40 mirov dixebitin, gava ku kargehên nû jî vebin dê hejmara xebatkaran bibe 50.
Nûnera televîzyona Gelî Kurdistanê ya Tirkiyeyê Sîdar Basut hatina Serokê HKIFê Mesud Barzanî ya Diyarbekirê bi bîr anî û bal kişand ser têkiliyên navbera Tirkiye û HKIFê de. Basutê diyar kir ku 2 sal in li Diyarbekirê dixebite û rojeva Tirkiyeyê dişopîne. Xêncî nûçeyên polîtîkayê piranî nûçeyên çand û turîzmê dinivîsin.
Serokê Komeleya Rojnemavanan ya Başûrê Rojhilat Veysî Îpek diyar kir ku kargehên televîzyonên HKIFê yên Diyarbekirê de gelek rojnamevan dixebitin û piştî hatina Serokê HKIFê Mesud Barzanî hejmera kargeh û xebatkaran zêdetir dibe û wiha got: "Televîzyonekê bi saya pêwendiyên Mesud Barzanî li Diyarbekirê dest bi weşanê kir. 3-4 televîzyon û rojname jî di demeke nêzîk de nûriyên xwe dê vekin. Heta niha pirsgirêka akredîtasyonê hebû lê niha ev pirsgirêk çareser bû. Çaxê ku Serokwezir Recep Tayîp Erdogan hat Diyarbekirê, Walîtiya Diyabekirê akredîtasyona rojnemavanên HKIFê tesdiq kir. Bi saya nûçeyên van rojnemavanan, welatiyên HKIFê ji bo geşt û guzarê û tedawiyê têne Diyarbekirê."
Îpek diyar kir ku 50 rojnemavanên HKIFê ji bo ziyareta Diyarbekirê dê bên Tirkiyeyê.
Anadolu Agencyyê çend meh berê dest pê weşana nûçeyên bi soranî û kurmancî kiribû. Serwisa kurmanci ya AAyê nûçeyên polîtîka, werziş, aborî, turîzm, jiyan, çand û hûnerê bi wêne û vîdeoyan ve diweşîne.
AAyê ji bo vê li Hewlêr û Silêmaniyê kargeh vekiribûn û niha jî li ser kargeha Kerkukê dixebite.