Dêlegura ku li Îdirê tir lê qelibîbû û ji bo tedawiyê biribûn Fakulteya Beytariyê ya Zanîngeha Qafqasê bi derziyê kuştin.
Ji bona tedawiya dêlegura birîndarî di navbera Midûriyeta Giştî ya Parqên Neteweyî û Parastina Sirûştê û Zanîngeha Qafqasê (ZQ) û Komela Sirûştê ya Bakur protokol hatibû îmzekirin.
Di rontgena dêlegurê de dîtin ku du nigên wê şikestine û sêvika wê ji cih derketiye û qorika wê zirar dîtiye û li hin derên wê jî şûna guleyan heye.
Di encama kontrolan de pisporan biryar da ku dêlegur êdî nikare li çolê bijî û ji ber vê yekê jî bi derziyê kuştin.
Midûrê Navenda Lêkolînê û Rehabîlîtasyonê û Filitandinê û Parastina Jiyana Beyanî ya Fakulteya Beytariyê ya ZQyê Prof. Bûrhan Ozba daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir dêlegura ku li Îdirê tir lê qelibîbû û ji bo tedawiyê anîn navenda wan.
Ozba got ji bo tedawiya dêlegurê hemû kontrolên klînîkê anîne cih û wiha axivî: "Du nigên dêlegurê şikestibûn û sêvika wê ji cih derketibû û qorika wê zirar dîtibû û li hin derên wê jî şûna guleyan hebû. Pirî cihên wê şikestibûn û ji ber vê jî me biryara otenaziyê da. Dêlegurê êdî nikaribû li çolê bijiya. Me derziyeke taybet li dêlegurê xist û bêêş xisk bû."