Abdullah Söylemez
22 Tebax 2021•Rojanekirin: 26 Tebax 2021
Li Diyadîna navçeya Agiriyê koçerên bi hezaran heywanên xwe biribûn zozanên li quntara Çiyayê Tendurekê ji ber ku êdî hewa hêdî hêdî sar dibe vedigerin gundên xwe.
Koçerên li Îdir û Agiriyê qasî 3 meh berê heywanên xwe biribûn zozanên quntara Çiyayê Tendurekê ya li ser sînorê Agirî û Wanê.
Heywan li van zozanan gihayên cur bi cur dixwîn û şîrekî bitahm didin.
Malbatên ji vî şîrî penêr, rûn, to û torakê çêdikin êdî ber bi dagerê ne.
Koçer piştî rêwîtiyeke şev û rojan dewam dike vegeriyan gundên xwe yên di navbera Diyadîn û Bazîdê.
Koçar li vir konan datînin, behna xwe didin û heywanên xwe diçêrînin.
Dema êdî berf dikeve koçer îja heywanan dibin dixin tewleyê û di tewleyê da xwedî dikin.