03 Gulan 2016•Rojanekirin: 04 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Koçerên piştî ku hewa germ dibe derdikevin zozan û ciyên bilind, rêwîtiya wan a ber bi Zozanê Şênê va dest pê kir.
Koçerên ku zivistanê diçin ciyên germ bi hatina biharê ra ber bi Zozanê Şênê va ku li Qulpa navçeya Diyarbekirê ye derdikevin rêwîtiyeke ku bi rojan dikşîne.
Metîn Fîdanê ku pez xwedî dike destnîşan kir ku wê heta meha cotmehê li zozanan bimînin û wiha xeberda: "Di meha nîsanê da amadehiyên me dest pê dikin ku em herin Zozanên Şênê ku kulîlk û hêşînahî lê zehf e. Ev rêwîtiya me di gulan û hezîranê da dest pê dike û heta mehên cotmeh û sermawezê dewam dike."