27 Îlon 2017•Rojanekirin: 28 Îlon 2017
VAN
Koçerên ji bo çêrandina heywanên xwe her sal ji Batmanê tên zozanên Wanê piştî sarbûna hewayê dest bi vegerê kirin û ekîba AAyê jî rêwîtiya koçeran bi droneyê kişand.
Koçerên berê xwe dan Batmanê li deverên berê kifş kirine bêhna xwe didin, bi ker û hespên xwe ji bo li cihên av lê heye kon vegirin hewl didin. Ji koçeran hin kes qet naxwazin vê zehmetiyê bikişînin, pez û dewarên xwe li zozanan li wesayîtê siwar dikin û dibin Batmanê. Lê hemû koçer di heman fikrê da nînin û qismek ji wan jî didin pêşiya pezê xwe bi çêrandin û bêhndanê va hêdî hêdî tên Batmanê.
Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) jî vê rêwîtiya zor û zehmet bi droneyê va kişand.
- Rêwîtiya koçeran bi qasî 50 rojan dewam dike
Koçerên ji zozanên Wanê ber bi Batmanê derdikevin rê bi qasî 50 rojî rêwîtiyê dikin, heywanên xwe didin pêşiya xwe û çêre çêre ber bi malê ve diçin. Wextê hewa tarî bibe jî ji xwe ra li cihekî kêfa wan bixwaze kon vedikin û şevê li wir derbas dikin.
Bi tavziraqên rojê va koçer radibin heywanên xwe bar dikin û rêwîtiya xwe didomînin û vî karê hanê heta digihêjin mala xwe her roj dubare dikin.
Rêwîtiya koçerên ku piraniya wan ji Batmanê diçin zozanên Wanê bi qasî 50 rojî dewam dike.
Ji şivanan Huseyîn Untutan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew hersal ji Batmanê diçin zozanên Wanê û wiha pê da çû: "Rêwîtiya me hin caran xweş û hin caran jî bi zehmetî derbas dibe. Ez tevlî malbata xwe bi qasî 4-5 rojan e di rê da me. Li pêş me rêwîtiyeke dûr û dirêj heye. Em her tiştên xwe li ker û hespan bar dikin. Em bi şev û dema diwestin bêhna xwe didin. Em çiya û kendalan li pişt xwe dihêlin û ber bi welatê xwe va diçin."
- "Dema em avê peyda nekin karê me zehmettir dibe"
Ji koçeran Bunyamîn Kaptan jî diyar kir ku ev nêzî hefteyekê ye dest bi rêwîtiya vegerê kirine û rêwîtiya wan wê bi qasî du mehan dewam bike û xeberdana xwe wiha domand: "Emê zivistanê li bajarê xwe derbas bikin û havînê careke din bên Wanê. Şert û mercên me pir zehmet in. Bi taybetî jî dema em avê peyda nakin pir zehmet e."