Nihat Kavşut
28 Îlon 2017•Rojanekirin: 28 Îlon 2017
VAN
Şaredariya Gurpinarê ji bo xwendekaran li hewşên dibistanan qadên sporê çêdike.
Li Gurpinara navçeya Wanê xebatên ji bo zarok bikaribin bi rehetî sporê bikin dewam dikin. Di vê çarçoveyê da li hewşa Dibistana Navîn ya Yavuz Sultan Selim qada werzişê ya berfireh hat çêkirin.
Osman Dogramaciyê Wekîlê Şaredariyê û Qaymeqamê Gurpinarê diyar kir ji bo zarokan qadên kêrhatî çêdikin.
Dogramaci destnîşan kir wê projeyên bi vî rengî li dibistanên din jî bên çêkirin.